Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Vatîkanê bi Papayê Vatîkanê Francesco re hevdîtin pêk anî.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de piştî ku bi Wezîra Derve ya Îtaliyayê re rûnişt, li Vatîkanê jî çû dîtina Papa Francesco.
Li ser naveroka hevdîtinê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ji Rûdawê re got, civîna Barzanî û Papa 40 deqeyan dom kir û da zanîn, di civînê de Barzanî û Papa behsa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hinek mijarên din kirin.
Felah Mistefa, ku endamê şanda Barzanî ye jî, got ku di civînê de behsa kirîza Sûriyê û awarebûna mesîhiyên wî welatî jî hatiye kirin.
Berpirsê pêwendiyên derve yên Herêma Kurdistanê, eşkere kir ku agahiyên Papa li ser kurd û Kurdistanê hebûye her wiha helwesta wî li hember Kurdistanê dostane ye ji ber ku Papayê niha ji papayên din ên Vatîkanê cudatir e.
Felah Mistefa, behsa xaleke girîng a civînê jî kir û got, her wek di civîna navbera Barzaî û Wezîra Derve ya Îtaliyayê de ala Kurdistanê hatibû danîn, di hevdîtina Barzanî û Papa de jî alak Kurdistanê hat danîn û ragihand, ev jî nîşana wê ye ku deriyê civaka navdewletî li hember Kurdistanê û gelê kurd hatiye vekirin û siyaseta wan welatan li hember Kurdistanê hatiye guhertin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse