Îlham Ehmed: Amerîka dixwaze di navbera me û Tirkiyê de danûstandin çêbibin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSDê) Îlham Ehmed di çarçoveya serdana xwe de, bo Amerîka, ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiya û hejmarek ji dosyeyên derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirin.

 

Di hevdîtinên xwe de ligel berpirsên rêveberiya Amerîka, şanda MSDê hejmarek ji dosyeyan gotûbêj kirin, di nav de jî mijara danûstandinê ligel hikûmeta Sûriyê û damezrandina “navçeya aram” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

 

Di derbarê danûstandinan de ligel hikûmeta Sûriyê, Îlham Ehmed eşkere kir ku heta niha ti aliyekî garantî nîne.

 

Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed wiha got: “Ti aliyekî garantor nîne. Tevî ku hikûmeta Rûsyayê amadebûna xwe nîşan da, ku bi rola navbeynkariyê rabe, yan jî, di proseya siyasî de, ku dibe di navbera me û rejîmê de, destpê bike bi rola garantor rabe, lê ev bi xwe jî, ne misoger e. Herwiha me ti handan ji aliyê amerîkî nedît, ji bo destpêkirina danûstandinên ciddî di navbera me û rejîmê de.”

 

Li kêleka vê yekê, Îlham Ehmed behsa hewlên Waşintonê dike, ku dixwaze danûstendinekê di navbera wan û Tirkiyê de, encam bide.

 

Li ser vê mijarê jî Ehmed wiha axivî: “Amerîkî hewl didin danûstandinekê di navbera me û Tirkiyê de, encam bidin, bi mebesta aramkirina rewşê û pêgihiştina bi çareyekê, derbarê aramiya navçeyê û nehiştina encamdana ti êrîşeke Tirkiyê li dijî navçeyên me.”

 

Îlham Ehmed red kir ku “navçeya aram” li jêr kontrola Tirkiyê be, ji ber ku ew navçe dê weke Efrîn û Idlibê be û dibêje: “Damezrandina çi projeyekê be, bi navê navçeya aram, li jêr kontrola Tirkiyê, tê wê wateyê ku ev herêm hemû bibe serbazgeh ji bo grûpên terorî û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ango navçe dê bibe weke Efrîn û Idlibê.”

 

Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê  pêwîst dibîne ku navçeya aram li jêr kontrola hêzên xwecihî be û li ser vê mijarê jî wiha got: “Pêwîst e navçeya aram li jêr kontrola hêzên me yên xwecihî be. Divê ji aliyê van hêzan ve parastî be. Lê eger çareyeke navendî jî hebe, em qebûl dikin, ku li ser hêla sînorî çavdêrên navdewletî hebin, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, bi fermî, bêne destnîşankirin.”

 

Helwesta rêveberiya Waşintonê ji aliyê Îlham Ehmed ve hate şirovekirin, ku heta niha ew nizanin parastina Amerrîka ji wan re dê çawa be. Ehmed got: “Wan gelekî di medyayê de ragihand ku ew qebûl nakin ti êrîş li dijî hevpeymanên wan, di şerê DAIŞê de, bê encamdan, lê awayê vê parastinê, bi rastî, ji me re jî heta niha zelal nebûye. Tiştê ku pişt pê ve tê girêdan, ew e ku çawa rûbirûbûna êrîşa Tirkiyê bê kirin, an jî  awayê hêminkirinê ji aliyê Tirkiyê ve. Çawa aliyê tirkî dê bê hêminkirin. Ji mekanîzmên din bêhtir, pişt bi vê planê ve tê girêdan, ku hevpeymanên xwe pê biparêzin. Em jî dibînin ku ev ne bes e.”

 

Şanda MSDê heta niha di gera xwe ya dîplomasî de berdewam e, lê çi qezencî bidest xistine. Ev yek, heta niha nehatiye naskirin.