HAT NÛKIRIN - Li Koreya Başûr balafirek ket: 167 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li balafirgeheke li başûrrojavayê Koreya Başûr di dema veniştinê de balafireke rêwiyan ket, herî kêm 167 kes mirin.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Muanê ya li başûrrojavayê Koreya Başûr di dema veniştinê de balafireke rêwiyan ket.
Rayedarên balafirgehê pêşbînî dikin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Bûyer îro yekşemê qewimî, balafira kompanyaya Jejoyê ya Koreya Başûr ji rê derket û li kêleka rê ket, di cih de agir pê ket.
Li gorî rayedarên hewayî yên Koreya Başûr, balafir ji Bangkoka Taylandê çûye bajarê Muanê yê Koreya Başûr û 181 kes tê de bûne.
Şeş ji kesên di balafirê de bûn karmend bûn.
Heta niha 167 kes mirine ku piraniya wan ji Koreya Başûr in û tenê 2 kes Taylandî ne.
Rayedarên hewayî yên Koreya Başûr radigihînin ku li gorî encamên destpêkê yên lêkolînan û vîdeoyên bi dest ketine, balafir di dema daketinê de kontrola xwe winda dike, ji rê derdikeve, li dîwarê beton dikeve û agir pê dikeve.