Amerîkayê têkildarî biryara derbarê Kavala de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, derbarê biryara Dadgeha Îstinafê ya Osman Kavala de ragihand: “Amerîka ji biryara erêkirina cezaya Osman Kavala ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve pir aciz e û hêviyê wê şikestin.”

Sêyemîn Dadgeha Îstinafê ya Daîreya Cezayê ya Herêmî ya Stenbolê, doh 28ê Kanûna 2022ê cezaya heta hetayê ya Osman Kavala ku ji aliyê 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatibû dayîn erê kir.

Amerîkayê derbarê biryara erêkirinê de dilgiranî û aciziya xwe ragihand.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîneke çapemeniyê de got: “Amerîka ji biryara erêkirina cezaya Osman Kavala ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve pir aciz e û hêviyê wê şikestin. Me pêştir jî ragihandibû, sepandina cezayê bi awayekî neheq bi ser Kavala de li dijî mafên mirov û serdestiya hiqûqê ye. Em careke din bang li Tirkiyê dikin, ku Osman Kavala li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berdin û hemû kesên ku bi kêfî hatine girtin serbest berdin. Mafê gelê Tirkiyê ye, ku bêyî tirsa cezakirinê mafên mirovî û azadiyên bingehîn bikar bîne.”

Kavala zêdeyî 5 salan e girtî ye

Osman Kavala di 18 Cotmeha 2017 de hat desteserkirin û di 1ê Mijdara 2017an bi tohmeta “hewldan ji bo ji holê rakirina Destûrê”, “hewldan bo têkbirina hikûmetê” û herwiha “piştevaniya darayî bo xwepêşandanên Parka Geziyê” hat girtin.

Kavala serokatiya Înstîtûya Anadolu ya Rewşenbîrî dike, ku rêxisitneke civaka sivîl e û berevaniyê li mafê mirovan bi taybetî bi rêya kultur û hunerê dike. Osman Kavala di heman demê de çalakvanekî mafên mirovan û karsaz e jî.

Kavala di 2 Cotmeha 1957 de li Parîsê ji dayik bûye û li Dibistana Robert a Stenbolê xwendina xwe ya lîseyê qedandiye, piştre çûye Manchesterê û di Beşa Aborî ya Zanîngeha Manchesterê de xwendina zanîngehê qedandiye.

Osman Kavala sala 1982an kompanyaya Kavala Group damezrandiye. Piştî erdheja sala 1999 a li Tirkiyê bi tevahî ji çalakiyên din dûr ket û xwe ji çalakiyên civaka sivîl û alîkariyên bo xelkê re terxan kir.