Cenazeyên 2 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Bulgaristanê hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 2 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê di navbera Tirkiye û Bulgaristanê de hatin dîtin.

Cenazeyên koçberên Kurd ên bi navê Arif Mihemed Tahir û Mihemed Îzedîn Tahir ku ap û birazî ne li ser sînorê di navbera Tirkiye û Bulgaristanê de hatin dîtin.

Bavê Mihemed, Îzedîn Tahir ji Rûdawê re ragihand ku cenazeyên kur û birayê wî li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Bulgaristanê de hatine dîtin.

Îzedîn Tahir ji Rûdawê re da zanîn ku cenazeyên wan niha li nexweşxaneyeke Bulgaristanê ne.

Îzedîn Tahir herwiha diyar kir ku ji bo destnîşankirina sedema mirina wan ew li benda rapora bijîşkî ne.

Her du koçberên Kurd ku ji gundê Dugirê yê Tirbespiyê ne, zêdetirî hefteyekê ye di rêya koçberiyê de winda bûbûn.

Arif Mihemed Tahir û Mihemed Îzedîn Tahir xwestibûn ku ji Tirkiyeyê derbasî Bulgaristanê bibin û ji wir jî xwe bigihînin welatên din ên Ewropayê.