Balafireke leşkerî ya Amerîkayê li Japonyayê ket okyanûsê

Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke leşkerî ya Amerîkayê li nêzikî Girava Yakuşîmayê ya Japonyayê ket okyanûsê.

Hêzên Peravê yên Janpoyayê ragihandin ku balafireke tîpa V-22 Ospreyê ya leşkerî ya Amerîkayê ku 8 kes tê de bûn li nêzikî Girava Yakuşîmayê ya Japonyayê ket okyanûsê.

Li gorî ajansa MBCyê ya Japonyayê bûyer li gorî saeta herêmî 14:47an de çêbûye û dema balafir ketiye okyanûsê agir bi motora wê ya çepê ketiye.

Berdevkekî Hêzên Peravê yên Janpoyayê got ku derbarê ketina balafirê û kesên tê de ti hûrgiliyên din nînin.

Li aliyê din berdevkekî hêzên Amerîkayê yên li herêmê got ku ew hîn derbarê bûyerê de agahiyan kom dikin.