‘Divê Tirkiye heta bihara 2014an encamderên bûyera Şirnexê eşkere bike’

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê bombekirina gundên Kûşkonar û Koçagili yên Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve ji aliyan re ragihand. DMMEê her wiha ji Tirkiyê xwest, heta 26ê Adara 2014'an kiryarên bûyerê tespît bike û pêvajoya darizandinê bide destpêkirin.

Li gorî nûçeya ANFê, DMMEê biryara xwe ya derbarê doza bombekirina du gundên Şirnexê yên sala 1994'an ji aliyê balafirên şer ve hatibûn bombekirin û di encamê de 38 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyan re ragihand.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku Tirkiyê ne tenê hinek xalên Peymana Mafên Mirov a Ewropayê binpê kiriye her wiha xala sêyemîn a Peymana Cenêvê jî binpê kiriye.

Parêzerê gundiyan û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî biryara DMMEê nirxand û anî ziman ku di biryara dadgehê de gellek hêmanên nû hene. 

Elçî ragihand ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê li gel Peymana Mafên Mirov a Ewropayê ku destûra wê ya bingehîn e, bal kişandiye ser xala sêyemîn a Peymana Cenêvê, ku belgeya bingehîn a hiqûqa şer a navneteweyî ye û ev xal weke normeke bingehîn di biryara xwe de qeyd kiriye.

Parêzer Elçî diyar kir ku DMME xala sêyemîn a Peymana Cenêvê weke metna bingehîn di biryara xwe de bicîh kiriye û got, "Dadgehê di biryara xwe de biryar daye ku bombekirina du gundan di sala 1994'an de bi awayekî zelal li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî û hiqûqa pevçûnê ya ne xwedî wesfa navneteweyî ye. Ev yek ji bo DMMEê demeke nû, biryareke nû ye."

Parêzerê gundiyên mexdûr her wiha anî ziman ku DMMEê bi vê biryarê re peyameke gellekî girîng daye Tirkiyê ku welatekî endamê wê ye û destnîşan kir ku DMMEê bi vê biryarê re mesaj daye Tirkiyê ku di çalakiyên bi vî rengî de hîn bêtir baldar be, dema bûyerê bi vî rengî qewimî tavilê bi bandor lê bipirse. 

Elçî got, "Cara yekemîn e dadgeheke navneteweyî belgeyeke navneteweyî tîne bîra Tirkiyê. Belgeya hiqûqa şer û pevçûnan. Ev gellekî girîng e. Heta niha organîzasyoneke navneteweyî biryarek nedabû ku Tirkiye peymaneke navneteweyî ya hiqûqa şer û pevçûnan binpê dike. Lewma ev biryar biryareke nû û yekemîn e."

Beriya niha DMMEê di doza bombekirina gundên Şirnexê de, Tirkiye bi dayîna 2 mîlyon û 305 hezar euro qerebû mehkûm kiribû.