Îbrahîm Biro behsa helwesta Rûsyayê ya li hember gefên Tirkiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet yê Serokê Rûsya ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov re civiya. Endamê şandê Îbrahîm Biro behsa helwesta Rûsyayê ya li hember gefên Tirkiyê kir û derbarê diyaloga Kurdî û rola Rûsyayê de jî tekez kir, “Rûsya dixwaze nêrîna aliyên Kurdî nêzikî hev be.”
Li gor daxuyaniya Ofîsa Peywendiyên Derve ya ENKSê, di civîna li gel Bogdanov de, behsa proseya siyasî li Sûriyê û civînên Komîteya Destûra Sûriyê û bicîhkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî hat kirin.
ENKSê ragihand, di civîna li gel Bogdanov de rewşa deverên Kurdî û giringiya karê li gel Rûsya ji bo dîtina çareseriyekî ji bo pirsa Kurd li Sûriyê û çespandina mafên Kurdan li Sûriyê hatine gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya ENKSê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê piştevaniya xwe ji bo mafê Kurdan û pêkhateyên din yên Sûriyê di çarçoveya çareserkirina siyasî li Sûriyê ragihand û diyar kir ku yekrêziya aliyên Kurdî ji bo bicîhkirina wan mafan alîkar dibe.
Şanda ENKSê ji bo Moskow ji her yek ji Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco û Endamê wê komîteyê Ibrahîm biro pêk hatibû.
Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê kirin.
Li gor gotina Îbrahîm Biro aliyê Rûsyayê di civînê de amaje bi wê kir, metirsî li ser herêmên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê hene û ew (Rûs) ji bo aramkirina rewşê li gel Tirkiye û Amerîkayê di peywendiyê de ne û ew dixwazin aramî li seranserê Sûriyê hebe.