‘Amerîka bi destjêberdana Kurdan planên Qasim Silêmanî rewa dike’

Navenda Nûçeyan – Pispora terorîzm û ewlekariyê Julie Lenarz hişyariyê didide welatên rojava, bê helwestbûna wan a li hember êrîşên Heşda Şeibî û hêzên iraqî ya ser Başûrê Kurdistanê rexne dike.


Rêvebera Navenda Ewlekariya Mirovî Julie Lenarz, ku baregaha wê li bajarê Londona Brîtanyayê ye, dibêje: “Tirsekî mezin di dilê kurdan de heye, ku dibe bi destê hikûmeta Iraqê û milîsên şîe yên bin hukmê Îranê, careke din rûbirûyê jenosîdekê bibin.”

 

Julie Lenarz rexne li Serokê Amerîkayê Donald Trump digre û dibêje, li hember van êrîşên eşkere yên li ser gelê Başûrê Kurdistanê bê helwest e.

 

Lenarz amaje bi wê yekê dike, ku bi înkarkirina çalakiyên mîlîsên şîe û destjiberdana kurdan, di nava du hefteyên derbasbûyî de, Amerîkayê şer’iyet daye planên Qasim Silêmaniyê fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê.

 

Rêvebera Navenda Ewlekariya Mirovî, beriya hefteyekê jî di hevpeyvînekê de bal kişandibû ser rola Îranê ya di êrîşa 16ê Cotmehê ya ser Kerkûkê û gotibû, “fermandarên herî bi hêz ên Îranê li başûrê Kerkûkê bûn û serpereştiya şer dikirin.”

 

Julie Lenarz dide xuyakirin, ku hêzên nîzîkî Îranê di êrîşa ser Başûrê Kurdistanê de çekên pêşkeftî yên Amerîkayê bikar tînin.