Li Rûsyayê helîkopter ket: 3 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê helîkoptera modela Mi-8ê ket xwarê û 3 kes mirin.
Derbarê bûyerê de Waliyê Çelyabînskê Aleksey Teksler daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Aleksey Teksler diyar kir ku helîkoptera modela Mi-8ê ya Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê li herêmê ket xwarê.
Teksler destnîşan kir, li gorî encamên destpêkê di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da.
Waliyê Çelyabînskê Aleksey Teksler herwiha ji malbatên miriyan sersaxî xwest.