Li Amerîkayê projeyasaya bi navê ‘Mehsa Emînî’ tê pêşkêşkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Dê li Amerîkayê du senator projeyasayeke bi navê “Mehsa Emînî” ku navê fermî yê Jîna Emîniyê ye pêşkêşî Encûmena Pîran a Amerîkayê bikin. 

Armanca van her du senatorên Amerîkayî yên ku ev projeyasa hazir kiriye ew e ku serkirdeyên Îranî ji ber tundiya li dijî xwepêşandaran berpirsiyar bêne dîtin.

Herwiha senator bi vê projeyasayê dixwazin ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan û tepisandina xwepêşandanan sizayên li dijî Îranê berfirehtir bibin.

Projeyasaya bi navê “Yasaya Mehsa Emîniyê ya Mafên Mirovan û Berpirsiyariya Ewlehiyê” ji aliyê Marco Rubio û Alex Padilla ve hatiye pêşkêşkirin.

Heke projeyasa were pesendkirin dê di nava 90 rojî de li ser gelek serkirdeyên Îranî ku serokkomarê Îranê jî di nav wan de ye raporek were amadekirin û dê ev rapor pêşkeşî Kongreyê were kirin.

Projeyasaya Marco Rubio û Alex Padilla pêşniyaz dike ku li ser hinek sazî û rêxistinan jî siza bêne sepandin ku rola wan jî di binpêkirinên mafên mirovan û tepisandina xwepêşandanan de çêbûye.

Herwiha piştî ku rapor di malpera Hikûmeta Federal a Amerîkayê de hate belavkirin dê siza bi ser van kes û saziyan de bêne sepandin.

“Rejîma Îranê bi berdewamî li dijî gelê xwe û welatên derve xerabî kiriye”

Marco Rubioyê ku yek ji amadekarên projeyasayê ye got:

“Rejîma Îranê bi berdewamî li dijî gelê xwe û welatên derve xerabî kiriye. Divê Amerîka fişara aborî li dijî karbidestên payebilind ên Îranî yên ku beşdarî tepisandina xwepêşandaran û sîvîlên Îranî bûne ji nû ve binirxîne û van plan bike.”

68 Komarîxwaz, 60 Demokratên Kongreyê û hinek saziyên Îranî yên li diyasporayê jî piştgiriyê didine “Projeyasaya Mahsa”yê.

Ev projeyasa destpêka Kanûna Paşîan a îsal ji aliyê endamên Meclîsa Nûneran, Jim Banks û Eric Swalwell ve hatibû pêşkêşkirin.

Hinek endamên Kongreyê, bi baweriya “ev projeyasa nabe hokar ku sizayên nû li ser Îranê bêne sepandin” li dijî projeyasayê derdikevin.

Jîna Emînî

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî roja 13ê Îlona 2022yan li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi tohmeta ku cilûbergên wê ne li gorî hîcaba Îslamî hatibû desteserkirin.

Piştî ku Jîna bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, roja 16ê Îlonê canê xwe ji dest dabû.

Piştî ku Jînayê canê xwe ji dest da li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanê ku bi mehan dewam kirin hatin lidarxistin.

Rêveberiya Îranê li hemberî xwepêşandaran serî li zorê da û bi awayekî tund êrîşî wan kir.