Hecî berê xwe didin ser girê Erefeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Pêncşemê, 30.07.2020, (9ê Zîlhîce) roja Erefê ye, ku di vê rojê de hecî diçin ser girê Erefeyê ji ber ku rojeke sereke ye di ferza hecê de, weke pêxemberê Îslamê gotiye, “Hec Erefe ye.”

Her wiha li hemû cîhanê Misliman di vê rojê de bi rojî dibin û kar û îbadet û lava û duayan ji xwe re dikin.

Roja Çarşemê merasîmên heca îsal bi tedbîrên tund yên xwe parastina ji vîrûsa Coronayê, li Mekkeyê dest pê kirin,  pîştî nimêja sibehê  heciyan ji Mekkeyê berê xwe dan Mînayê, ku bi roja Terwîye tê naskirin.

Îro, 29.07.2020 jî karwanên hecî ji Mînayê berê xwe didin ser girê Erefê û heya rojavabûnê li ser girê Erefê dimînin û piştire diçin Muzdelîfê û li wê derê dimînin heya nimêja sibehê û li roja yekem ya Cejna Qurbanê ku dike 10 zîlhîceyê hecî berê xwe didin Mînayê heya ku merasîmên din yên girêdayî ferîza hecê cîbicîbikin.

Ev di demekî de ye ku ji ber belavbûna Coronayê îsal Siûdiyê hilbijartina navê heciyan kir tîrûpişk, ji wan 10 hezar kesan ji sedî 70ê wan kesên biyanî ne ku li Siûdiyê dijîn, ew ji sedî 30ê din jî her Siûdî ne û kesê derveyî welat bo armanca ferza hecê nikar bê nav welat.

Ew çend hezar heciyên ku amade ne ferza hecê cîbicîh bikin, tîmekî Wezareta Hec û Umrê ya Siûdiyê serpereştiya wan dike heta hemû erkên xwe temam dikin.

Her heciyek rênmayiyên tendirûstî binpê bike, wek bikarneanîna mask an her kesek bê mohleta heckirinê serdana Mîna, Muzdelîfe û Erefat bike, bi 2666 dolar tê cezakirin, eger dubare bike ceza duqat dibe. Yên ku îsal nave wan bo hecê derketiye, bêyî tirsa ji qerebalixiyê û bi aramî wê ferzê cîbicîh dikin.

Sala 2019ê nêzîka 2 milyon û 500 hezar kesan ferza hecê cîbicîh kirin, salek berî wê jî hejmara heciyên biyanî zêdeyî milyonek û 700 hezar kes bû. Lê îsal ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê, tenê ew kes dikarin biçin hecê ku li Siûdiyê rûdinin.