'Min demek xweş bi Kurdên Almanyayê re derbas kir'

Koln (Rûdaw) - Masanori Kashiwazaki, ango bi kurtî Kashi, xwendekarekî japonî ye. Ew di Nîsana 2012ê de wekî xwendekarekî mêvan ji bo salekê tê bajarê Almanya Marburgê. Dema Kashi afîşeka şeva danasînê ya şaxa bajêr a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) dibîne, ew jî biryar dide tevlî bibe. Kashi li vir bi dilgermî tê pêşwazî kirin û biryar dide ku cihê xwe di nava koma xwendekarên kurd de bigire.

Kashî di sala 2009ê de xwenîşandan li dijî siyaseta biyaniyan a Japonê saz dike û li vir ji bo cara pêşîn rastî Kurdan tê. Kashi di vê bareyê de dibêje: “Nêzîkî 500 Kurdên, ku gellek ji wan ji gundên derdora Dîlokê ne, li Japonê dijîn. Kurd li bajarê Warabi dimînin, ji ber vê yekê bajar ji aliyê hevalên Kurdan ve wekî “Warabistan“ tê binavkirin. Di van salên dawî de hejmara Kurdên nû ku tên Japonê jî zêde bûye. Lê pirraniya wan wekî penaber nehatine naskirin“.

Ji ber nêzîkatiya xwe ya bi Kurdan re, xwendekarên kurd jî bala wî dikişînin. Kashi li ser YXKê wiha dibêje: “Tişta herî baş ew bu ku YXK ne tenê rêxistineke netewî, lê herwiha yeka sosyalîst û pêşverû jî ye û xwendekarên kurd ji bo gellek nêrînên cuda vekirî bûn.“ Navborî wiha berdewam dike: “Min bi çavên xwe dît ku Kurd xwe li Almanyayê bi çi awayê berfireh bi rêxistin dikin. Xebata Kurdên Japonê ne weke ya yên Almanyayê birêxistinkirî ye û pirr lawaz e. Ew tenê car bi car xwenîşandanan li dijî siyaseta Tirkiyeyê lidardixin û Newrozê pîroz dikin.“ Kashî xebata xwe ya di nav YXKê de wiha tîne zimên: “Ji min re pêkan bû ez bi awayekî çalak tevlî xebata YXKê bibim. Wek mînak min di civîneke derbarê Kurdên diyasporayê de gotarek li ser Kurdên Japonê pêşkêş kir û di nava wan de kongreya salane jî, ez beşdarî gellek çalakiyên YXKê û rêxistinên din ên Kurdên Almanyayê bûm. Min herwiha karî nivîsekê li ser xebata xwe ya bi xwendekarên kurd re di kovara YXKê “Ronahî“ de jî binivîsim. Min demek gellekî xweş bi Kurdên Almanyayê re derbas kir. Mixabin ew dem zû borî“.

Daxwaziyek ji Japonê

Kashi piştî vegera xwe ya Japonê serboriyên xwe yên di nava Kurdên Almanyayê de bi Kurdên Japonê re parve dike. Ciwanên kurd ên Japonê jî dibêjin ew ji nû ve hewl didin xwe bi rêxistin bikin û ji bo yekem çalakiya xwe dixwazin dersa kurdî bidin destpêkirin. Kashi li ser vê yekê dîsa têkiliyan bi hevalên xwe yên li Almanyayê re datîne û daxwaziya çend pirtûkên hînbûnê ji wan dike. Xwendekarên Marburgê jî daxwaziya wî bi cih tînin û di nava wan de pirtûka “Hînker“ û ya “Kurdî-Kurmancî“ ya mamoste Evdile Dirêj, hinek pirtûkan ji Kurdên Japonê re dişînin. Kashi dibêje ku ew her demê amade ye ku alîkariyê bide ciwanên kurd, lê ew naxwaze bibe endamekî çalak yê komeleya wan ya nû, ji ber ku hewldanên ciwanên kurd ên berê ji ber zêdebûna kesên japonî têk diçûn. Lê ewê xebata xwe di nava siyaseta biyaniyan de bidomîne û bi vî awayî bi Kurdan re jî di nava têkiliyan de bimîne.