Ji Serokê Komîsyona Ewropayê bo Rûdawê bersiva pirsa penaberan
Brûksel (Rûdaw) – Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker ragihand, ku nabe welatên Yekîtiya Ewropayê ji Brûkselê derbarê pirsa koçberan de li ser navê welatên Efrîqayê biryarê bidin.
Beriya civîna lûtke ya Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê, Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker ber siv da pirsekî Rûdawê û got: “Ez daxwaza welatên endam fêm dikim ku pêşniyar dikin binkeyek li Efrîqayê ji bo koçberan were avakirin. Şê em nikarin ji Ewropayê ve li ser navê welatên Efrîqayê biryaran bidin. Ev yek dê bibe sedema pirsgirêkan. Mabe em hestê neokolonîzmê bigihînin.”
Li gorî rêkeftina 28 serokwezîrên Yekîtiya Ewropayê roja 28ê Hezîranê îmze kirin, biryar hatibû wergirtin ji bo koçberan navendên taybet werin vekirin. Herwiha alîkariya abor3i bidin welatên Efrîqa û Tirkiyê.
Serokwezîrê Lûksenbûrgê Xavier Bettel di bersiva pirsekî Rûdawê de rexneyên tund li Almanyayê girt û got: “Ez di warê peydakirina çareseriyeke lezgîn bêhêvî me. Birastî nayê qebûlkirin partiyeke herêma Bavyera ya Almanyayê bi navê me biryarê bide. Li vir pêwîstiya me bi biryar û pêbgavên hevpar heye.”
Derbarê avakirina navendên taybet li derveyî Yekîtiye Ewropayê, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî ragihand: “Em dikarin li ser vê pirsê biaxivin, ku keştiyên koçberan li ser deryayên welatên Efrîqayê werin rawestandin. Lê jib o vê divê em li gel wan welatan jî bişêwirin. Em nikarin bi navê wan biryar bidin.”
Ji aliyê din ve Serokê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Antonio Tayanî ragihand, ku divê karvedanên wan yên xurt li dijî koçberiya ne yasayî hebin, û hemû sînorên walatên xwe jî bihêz bikin.
Antonio Tayanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku pêwîste ew biryarê li ser wî pareyî bidin, ku ji Lîbiya û Tirkiyê re tê şandin, û divê stratîjiyeta wan ji bo siberojê hebe.