Albanya û Kosovo welatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Albanya 43 jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên Albanî û Kosovoyî ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandin. Wezîrê Derve yê Albanya spasiya Lubnan û Amerîka kir û got roleke wan ya sereke di vegerandina wan kesan de hebûye.

Bi rêya firokxaneya Adem Jashari ya li Pristina paytexta Kosovoyê, hejmarek jin û zarokên çekdarên DAIŞê ku welatiyên Albanyayê ne û li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bûn, gihiştin vê derê. Wezîrê Navxwe yê Albanyayê spasya Lubnan û Amerîkayê kir ku roleke wan a sereke hebû di vegerandina van kesan de.

Wezîrê Navxwe yê Albanyayê Bledi Cuci dibêje: “Ev çaremîn operasyona vegerandinê ye ku Albanya pê radibe, bi giştî 43 kes ji kampên metirsîdar ên Sûriyê hatine vegerandin, 43 jin û zarok in.”

Roja Înê Hevserokê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer di twittekê de ragihand ku 13 welatiyên Albanî radestî şandeke fermî ya wî welatî hatine kirin ku 4 jin û 9 zarok in.

Wezareta Navxwe ya Albanyayê ragihand ku ev kes ji Sûriyê bi firokeyê bo Kosovo hatine veguhestin û got, hejmarek welatiyên Kosovoyê jî ligel wan bûne lê hejmar neda. Li gor amarên fermî, ji sala 2019an ve Kosovo 121 welatiyên xwe ji kampên jêr desthilata Rêveberiya Xweser vegerandine.

Wezîrê Navxwe yê Kosovo Celal Sîvitşla jî got: “Karê me li vir ranaweste. Gelek kar li pêşiya tîmên me hene bo van kesan. Kesên ku hatine vegerandin û kesên hizra radîkal di serê wan de hatiye çandin, dê bên perwerdekirin, daku bibin beşek ji civaka me, bi taybet zarok ku ti sûcê wan nîne di tiştên çêbûne de.”

2019an Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêgeha dawî ya DAIŞê li bajarokê Baxoz li rojhilatê Firatê kontrol kir, bi hezaran jin û zarokên DAIŞê li çend kampên li navçeyên Rêveberiya Xweser kom kirin wek kampên Hol û Roj. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, 56 hezar û 154 koçber û penaber li Kampa Holê dijîn, zêdeyî nîvê wan di jêr 18 salî de ne. Hevdem li gor amarên Rêveberiya Xweser, 29 hezar û 142 kes ji wan welatiyên Iraqê, 18 hezar û 903 welatiyên Sûriyê û 8 hezar û 109 kes jî xelkê welatên din in.