David Palk: Nêçîrvan Barzanî dengekî miyanrew û parêzerê yekrêziyê ye

Waşington (Rûdaw) – Piştî hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê, Waşingtonê di yekem helwesta xwe ya fermî de, Nêçîrvan Barzanî weke “hevbeşekî xwe yê nêzîk” ji bo “çaksaziyên aborî” û “asayişa navçeyê” bi nav kir.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus di bersiva pirseke Rûdawê ya derbarê hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê de ragihand: “Tekez me peywendiyeke nêzîk li gel wî hebûye dema ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû. Me bi hev re li ser çend babetên giring kar kiriye, me hemahengî hebûye di warê ewlehiya navçeyê, çaksaziya aborî û asayîkirina peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de. Bi bawerî ve em dibêjin, weke hevbeşekî me yê giring di van karên giring de dimîne û em jî pîrozbahiyê lê dikin.”

 

Amerîkayê ev helwesta xwe duh Sêşemiyê aşkere kir ku di heman rojê de bi dengê piraniya endamên Parlamentoya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî yê temen 52 salî weke Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart.

 

Hin lêkolînvanên li Waşingtonê, Nêçîrvan Barzanî weke serkirdeyekî miyanrew bi nav dikin û dibêjin, ew dikare yekrêziya navmala Kurd biparêze.

 

Pisporê Siyaseta Derve ya Amerîkayê li Peymangeha Waşingtonê, David Palk ji Rûdawê re got: “Bi nêrîna min a taybet ku çend sal in ez Nêçîrvan Barzanî nas dikim, hertim min ew weke kesekî parêzerê yekrêziyê dîtiye. Wz wî weke dengekî miyanrew û kesekî pir bi lojîk û xwedan hizir dihesibînim ku hevbeşekî baş e ji bo Amerîkayê û xelkê Herêma Kurdistanê.”

 

Hin pisporên din jî behsa hebûna jîngeheke siyasî ya guncaw li Iraqê dikin ku renge egera serkevtina serokê nû hilbijartî yê Herêma Kurdistanê bêtir bike, bi taybet di derbarê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û axê.

 

Pisporê karûbarên Iraqê li Encûmena Atlantîk, Ebas Kazim dibêje: “Renge niha pêwîst be ku Nêçîrvan Barzanî li derfetekê binihêre li çêbûye û reng dubare nebe, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî li Bexdayê ye ku weke dostekî Kurd û bi heman awayî weke kesekî miyanrew naskirî ye.”

 

Roja Sêşemî 28ê Gulana 2019ê, Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê civiya û navê 5 berbijêrên ji bo wê postê xiste dengdanê ku di encama dengdaneke aşkere de, berbijêrê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengên parlamenteran weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

 

Di civîna parlamentoyê de, 81 parlamenter amade bûn û Nêçîrvan Barzanî dengê 68 parlamenteran bi dest anî.