NATO: Dibe ku şerê Ukraynayê bi salan bidome

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir, dibe ku şerê Ukraynayê bi mehan û salan berdewam bike.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Brukselê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku NATO amade ye bi salan li dijî Rûsyayê piştgiriyê bide Ukraynayê û got, "Îhtimaleke xurt heye ku ev şer bi mehan û salan bidome."

Daxuyaniya Stoltenberg piştî hişyariyên Koşka Kremlînê ya Serokatiya Rûsyayê hat. Koşka Kremlînê welatên Rojavayî li hemberî dayîna çekên giran ji bo Ukraynayê hişyar kir û got, "Dayîna çekan ji bo Ukraynayê gefê li ewlekariya Ewropayê dixwe û dê rê li ber nearamiya cîhanî veke."

Jens Stoltenberg anî ziman, "Welatên hevpeymanên NATOyê amadekariyan dikin ku alîkariya serbazî ya demdirêj bidin Ukraynayê. NATO xwe amade dike ku di warê çek û şiyanên serbazî de alîkariya Ukraynayê bike da ku bikaribe veguhere qonaxeke nû, dev ji çekên serdema Sovyetê berde û pîvana NATOyê ya çekên nûjen bi dest bixe."

Stoltenberg diyar kir ku di guhertinê de pêwîstî bi perwerdekirina hêzên Ukraynayê heye.

Piraniya çekên giran ên ku welatên Rojavayî didine Ukraynayê, ji bilî topa "Howitzers" a Amerîkî ku di dema dawî de dane Ukraynayê, çekên kevin ên serdema Sovyetê ne.

Biryara NATOyê ya dayîna çekên giran ên pêşketî bo Ukraynayê, piştî destpêkirina "qonaxa duyemîn a operasyona serbazî ya Rûsyayê" li herêma Donbass a li rojhilatê Ukraynayê hat dayîn ku Kyivê bang li Amerîka, NATO û welatên din ên rojavayî kiribû û gotibû, "Dest bi dayîna çekên giran ên nû bo Ukraynayê bikin da ku karibin li dijî êrîş û gefên Rûsyayê xwe biparêzin."

Stoltenberg di çarçoveya karên NATOyê de têkildarî endamtiya Fînlandiya û Swêdê axivî û got, "Em endamtiya wan bi germî pêşwazî dikin.”

Fînlandiya û Swêd endamên Yekîtiya Ewropayê ne lê heta niha nebûne endamê NATOyê. Fînlandiya cîranê Rûsyayê ye û zêdeyî hezar û 340 kîlometre sînorê wê bi Rûsyayê re heye.

Piştî êrişa serbaziya Rûsyayê bo ser Ukraynayê pirsa endambûna NATOyê li Fînlanda û Swêdê bi germî li ser asta hikûmetê û di nav xelkê de hat gengeşekirin û her du welat jî ne dûr in ku bibin endamên NATOyê.

Rûsya li ser endambûna Fînlandiya û Swedê bo NATOyê hişyarî da her du welatan û diyar kir ku endamtiya Fînlandiya û Swêdê bo NATOyê dê wan neçar bike ku hêzên xwe yên atomî tevbigerînin.