Rûsya: Di êrîşên xwe de em guh nadin şêwirmendên biyanî

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Xerson (Kheson) ê li başûrê Ukraynayê, artêşa Ukraynayê bi mûşekan êrîşî hêzên Rûsyayê dikin. Herî dawî roja Pêncşembê artêşa Ukrayanyê êrîşeke mûşekî bo ser hêzên Rûsî yên li Khersonê pêk anî, hejmarek ji mûşekan li parkeke bajêr ketin xwarê, lê zirarên canî ne xuya ne.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Igor Konashenkov dibêje, “Hêzên çekdsar ên Ukrayna bi mûşekên balîstî Tuchka-U û mûşekavêja bihêz, êrîşa xwe bo ser navçeyên sivîlnişîn ên naverasta Khersonê destpê kirin.”

Di dîmenên vê vîdyoyê de teqandina droneke Ukraynayê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Rûsyayê li herêma Voronezh li rojavayê Rûsyayê tê dîtin ku 250 kîlometre ji sînorê Ukraynayê dûr e.

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, welatên Rojava piştevaniya hêzên Ukraynayê kirine daku êrîşî nav axa Rûsyayê bikin, ev jî wek Moskow dibêje, bê bersiv namîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zakharova dibêje, “Bila Kyiv û paytextên Rojavayî daxuyaniyên wezareta berevaniya me bi ciddî werbigirin, ku berdewambûna piştîvaniya Ukrayna bo êrîşkirina ser pêgehên Rûsî karvedanên tund ên Rûsyayê li pey tên, û şêwirmendên welatên Ewropa ku li navendên biryardanê li nav Ukrayna nabin pirisgirêk û asteng bo tolstandina Rûsyayê. Em şîretê li we dikin me zêdetir ne ceribînin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje,welatên Rojava bo dabînkirina çekan ji Ukraynayê re şerê bi wekalet dijî Rûsyayê dikin.

Roja pêncşemê, piştî ku daxwaz ji kongresa welatê xwe kir 33 milyar dolar bo piştîvaniya Ukraynayê veqetîne, serokê Amerîkayê got, nabe Moskow tişta ku çêdibe wek şerê NATO li gel xwe bi nav bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, “Tevî wê daxuyaniya dilgiran ku ji Kremlînê tê, rastî bo her kesekî zelal in. Em êrîşî Rûsyayê nakin. Em alîkariya Ukraynayê li dijî Rûsyayê dikin daku berevaniyê li xwe bike.”

Li gor amarên Wezareta Berevaniya Ukraynayê, artêşa wî welatî bi piştevaniya çekên welatên rojavayî ziyaneke zêde gihandiye artêşa Rûsyayê, di nav de jî 970 tank, 187 firokeyên şer, û zêdetirî 2300 barhilgirên serbazî yên Rûsyayê têkşikandine.

Wezreta Berevaniya Rûsyayê jî, têkşikandina 142 firoke, 111 helîkopter û zêdetirî 2 hezar û 400 barhilgirên serbazî û kuştina herî kêm 14 hezar serbazên Ukraynî ragihandiye.