Alîgirên PKKê televizyon û radyoyek Fransa dagîr kirin

Navenda Nûçeyan – Alîgirên PKKê îro li bajarê Parîsê xwepşandanek nerazîbûnê lidarxistin û piştre avahiyên televizyona France 24 û Radyoya RFI dagîr kirin.

 

Li gor zanyariyên ji medyaya Partiya Karkerên Kurdistanê, îro înê 29ê Nîsanê alîgirên PKKê li bajarê Parîs ê paytextê Fransa xwepêşandanek nerazîbûnê lidarxistin.

 

Alîgir û xwepêşanderan ragihandin, saet 16:00 li gor dema Parîsê dest bi xwepêşandanê kirin û piştî demekê êrişî avahiyên kalanala televizyona France 24 û radyoya RFI kirin.

 

Alîgirên PKKê ketin nav avahiyên televizyon û radyoya Fransî û her du avahî dagir kirin.

 

Xwepêşanderan û alîgirên PKKê ragihandin, ku wan ji ber tecrîda ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan, êrişên delweta Tirkiyê bo ser bajarên Bakurê Kurdistanê ev çalakî pêk anîne.

 

Her li gor zanyariyan, hêzên polîs ên Fransa destwerdan kirine û hewl didin bikevin nav avahiyan û dawî bi çalakiya alîgirên PKKê bînin.