Hevpeymaniya Erebî Hûsî bombebaran kir

 

Navenda Nûçeyan - Balafirên Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê derengiya şevê navendên Hûsiyan li paytexta Yemenê Senayê bombebaran kirin.

 

Hat gotin ku balafiran navendên Hûsiyan li nêzîk balafirgeha Senayê kirin armanc ku di encam de balafireke taybet şewitî, lê hejmara kuştî û birîndaran nediyar e.

 

Li gor çavkaniyan, aramnca wê êrîşa balafiran ew bû ku rê li ber daketina balafireke Îranî bigire ku dixwest li balafirgeha Senhayê dakeve.

 

Televizyona fermî ya Îranê jî belav kiriye ku ew balafir pêwîstiyên bijîşkî bar kiribûn û ji bo Yemeniyan dihat şandin, lê ji ber ku nikariye dakeve, balafir vegeriyaye Îranê.