Europolê toreke 19 kesî ya qaçaxçiyên koçberan desteser kir
Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsê Ewropayê (Europol) ragihand ku di rojên borî de operasyoneke serkeftî encam daye û toreke 19 kesî ya qaçaxçiyên koçberan desteser kiriye.
Ew jî wekî Europol qal dike, encama lêkolîn û amadekarî û bicihanîna operasyoneke berfireh e ku ji meha Çiriya Paşîn a 2022yan ve dest pê kiribû.
Ew tora destgîrkirî bi şandina koçberên neyasayî ji Almanya û Beljîka û Fransa û Spanyayê ber bi Brîtanyayê ve tawanbar e.
Bi taybetî jî karê wan ew bû ku dema koçberên sergerdan digihîştin bo mînak Îtalya yan cihekî din û sergerdan û bêkes bûn, li stasyonên trênan diketin dava tora wan û wan jî ew dişandin Fransayê.
Ji wir jî dişandin Brîtanyayê.
Europol dibêje torê bi kêmanî 1500 koçber di 500 kiryarên qaçaxçîtiyê de di nav Ewropayê re veguhastine.