Li Yunanistanê erdhejeke mezin!

Hewlêr (Rûdaw) – Li Yunanistanê erdhejeke bi hêza 5,8 pileyan rû da.

Hat ragihandin ku erdhej li rojavayê Nîvgirava Morayê çêbûye.

Enstîtuya Jeodînamîk a Atînayê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 18 kîlometre bûye.

Erdhejê saet 09:12an rû daye lê heta niha agahiya ti ziyan û xisaran nehatiye dayîn.