Amerîka û Rûsya li ser Kampa Rukban di milmilaniyeke tund de ne

Hewlêr (Rûdaw) – Rûsya û Sûriye, Amerîkayê bi bikaranîna Kampa Rukban a li devera bin destê Amerîkayê weke hincetek ji bo mana li Sûriyê, tohmetbar dike.

 

Kampa Rukban li nêzîkî sînorê navbera Urdin û Sûriyê ye, li nêzîkî kampê binkeya leşkerî ya Amerîkayê ya bi navê Tenef heye û biryar e piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, hejmarek ji wan leşkerên Amerîkayê li wê binkeyê bimînin.

 

Rûsya û Sûriye dibêjin xelkê aware yê Sûriyê di wê kampê de rewşa wan xirab e, niha Amerîka û Rûsya hevdû bi bikaranîna rewşa mirovî tohmetbar dikin ji bo mana li Sûriyê, ji destpêka îsal ve li wê kampê herî kêm 12 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

 

Amerîka amade nîne ku li gel Sûriye û Rûsyayê gotûbêj bike û rê bide wan karwanên mirovî ku Rûsya û Sûriye dibêjin dixwazin bigihînin kampê. Lê redkirina gihandina karwana mirovî bo kampê, di destê Vladimir Putin û hevtayê wî yên Sûriyê de bûye karteke bihêz.

 

Rêveberê Navenda Lêkolînê ya Awrasya û Rûsya û Ewropaya Rojhilat li Zanîngeha George Town, Angela Stent di wê baweriyê de ye ku Vladimir Putin bi rêya siyasetên xwe li Sûriyê, destkefta herî mezin ji bo Rûsyayê piştî ketina Yekîtiya Sovyetê bi dest xist.

 

Niha Rûsya li Rojhilata Navîn yekane zilhêz e ku li gel hemû dost û neyaran, li bereyên cuda cuda yên milmilaniyê, gotûbêj dike. Peywendiya Rûsyayê li gel Îran û grûpên cuda cuda yên Şîeyan heye û di heman demê de jî, peywendiya wê bi hemû dewletên Sunnî yên mezin re heye, herwiha peywendiyeke wê ya gelek baş û nû li gel Îsraîlê jî heye.

 

Rûsya bi awayekî gelek pragmatîk tevdigere û piraniya welatên herêmê wisa hîs dikin ku Rûsya bi wan bi awayekî eşkere tevdigere û weke Amerîkayê alîgiriya vî alî û wî alî nake.

 

Lê belê hinek şirovekarên din di wê baweriyê de ne ku destkeftên Rûsyayê li Sûriyê, tenê ji aliyê Putin ve serkeftin e.

 

Şirovekarê li Saziya Rojhilata Navîn, Daniel Sarwar dibêje: “Ez bawer im tiştê ku Rûsya dike, di dîtina Putin de serkeftin e, lê ez ne bawer im ku tiştên Rûsya dike, destkeft bin. Tiştên li Sûriyê kirine, tenê xwe ji karesatê dûrxistin bû. Ez li Rojhilata Navîn ti serkeftineke mezin a jeopolîtîk a Rûsyayê nabînim. Tiştên ku Rûsya dike, tenê hewldana parastina pêgeha xwe ya li Sûriyê ye.”

 

Li nêzîkî Kampa Rukban binkeyeke leşkerî ya Amerîkayê ya bi navê Tenef heye û biryar e piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, hejmarek ji wan leşkerên Amerîkayê li wê binkeyê bimînin.