NSA guhdarî telefona serokên 122 welatên cîhanê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî belgeyên dawî yên ku ji aliyê sîxorê berê yê amerîkî yê bi navê Edward Snowden eşkere kiriye, Ajansa Ewlehiya Netewî ya Amerîka (NSA) serokên 122 dewletên cîhanê bi dizî guhdar kiriye.

Rojnameya Spiegel a Almanya ragihand, sîxorê berê yê NSA yê bi navê Edward Snowden ku penaberî Rûsyayê bûye, belgeyên nû li ser guhdarkirina serok û rêberên cîhanê ji aliyê NSA ve eşkere kiriye.

Li gorî rojnamê, di belgeyan de tê dîtin ku NSA sala 2009an telefon û hevdîtinên telefonî yên serok û rêberên 122 welatên cîhanê guhdar kiriye.

Di nav lîsteya serokên ku ji aliyê NSA ve hatine guhdarkirin de navê serokê Sûriyê Beşar Esed, serokwezîra Almanya Angela Merkel, serokwezîra berê ya Ukrayna Yûliya Tîmoşenko û gellek serokên din hene.

Hat gotin, Dozgeriya Federal a Almanya dest bi lêkolînê derbarê wan belgeyan û çawaniya guhdarkirina Angela Merkel kiriye û di nav çend rojên bê de dê xuya bibe ka dê li derheqê xebatên sîxorî yên NSAyê de lêpirsîn were kirin yan na.

Sîxorê berê yê NSA Edward Snowden, par havînê hinek belgeyên veşartî yên NSAyê eşkere kir ku di wan belgeyan de dihat dîtin ku NSA serok û rêberên cîhanê bi taybet serokwezîra Almanya Angela Merkel guhdar kiriye.

Snowden piştî vê yekê, ket bin tehdîda Amerîka û ji ber wê jî reviya Rûsya û li wir mafê penaberiyê wergirt.