Parlamentoya Ewropayê ji bo Xezeyê banga agirbestê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê ji bo Xezeyê banga "agirbesta mayinde û lezgîn" kir.

Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê rapora sala 2023yan a bi mijara "Rewşa mafên mirovan û demokrasiyê ya li cîhanê û polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî wê" hat amadekirin.

Ev rapor bi 265 dengên “erê”, 253 dengên “na” û 10 dengên “bêalî” hat qebûlkirin.

Li Xala 62yemîn a raporê ya ku endamên Koma Çep ên li Parlamentoya Ewropayê xwest tê de guherîn were kirin, "Li Xezeyê banga agirbesta lezgîn û mayînde" hat zêdekirin.

Di rapora nû ya revîzekirî û pejirandî de, bi taybetî bangî Yekîtiya Ewropayê, welatên endamên wê û civaka navneteweyî tê kirin ku li Xezeyê agirbesteke mayinde û lezgîn were ragihandin.

Li hêla din, daxwaza agirbesta lezgîn û mayînde ji bo “misogerkirina gihandina bênavber a xurek û avê” hat kirin.

Divê were gotin ku ev cawa ewil e Parlamentoya Ewropayê ji bo Xezeyê banga agirbestê dike.

18ê Kanûna Paşîna 2024an "agirbesta mayînde" hatibû qebûlkirin lê ev biryar bi şertê berdana hemû girtiyan û tasfiyekirina Hemasê hatibû dayîn.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve berdewam dike.

Niha Îsraîl êrişî navenda Xezeyê dike û sivilên li bajêr di rewşeke zehmet de ne.

Çavkaniyên xwecihî yên li Filistînê radigihînin ku zarok ji nêza dimirin.