Aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de her ku diçe zêdetir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hêza komando ya Îsraîlî li Kampa Cenîn a Şerîa Rojava 9 kes kuştin û bertekeke tund a Filistînê li pey xwe anî. Paşê, Filistîniyekî di êrîşeke çekdarî de 7 Îsraîlî kuştin û alozî di navbera her du aliyan de zêdetir bû.

Rayedarê Fîlîstînê Ekrem Recûb got, “Tişta ku vê sibehê li Cenînê qewimî tawaneke nû ya li dijî gelê Filistînê ye. Ev êrîş îspata niyeta hikûmeta Netanyahu ya faşîst a kuştina zarokên Filistînê ye.”

Hamasê bi avêtina çend mûşekan bersiv da Îsraîlê. Sibeha din Îsraîlê çend navçe li Xezeyê bombebaran kir.

Pevçûnên di navbera Filistîniyan û hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de li kuçe û taxên rojhilatê Orşelîmê di nava rojê de ji nû ve dest pê kirin û Filistîniyekî êrîşî Sînagogekê kir û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 3 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Serokwezîrê nû yê vegeriya Benjamin Netanyahu serdana cihê êrîşê kir û soza bersiveke tund da Hamasê.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu got, “Em hatine vê cihê ku êrîşî tund li gelê me hat kirin. Em ê bi kabîneya çûkkirî û hêzên ewlehiyê re hevdîtinê bikin û bêguman em ê biryar û tedbîrên tund bigirin.”

Beşeke xelkê Xezeyê tol pîroz kirin û şîrînî belav kirin. Êrîş di demekê de hatin kirin ku Dîrektorê CIA William Burns li Îsraîlê bû û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dê serdana herêmê bike.