BELCÎKA - Nûneratiya Herêma Kurdistanê rastî êrîşê hat

Hewlêr (Rûdaw) – Li Belcîkayê ji aliyê çend kurdan ve êrîşî ser avahiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.

 

Li gor agahiyan, li Welatê Belcîkayê çend kesan, ku Kurd in, êrîşî avahiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.

 

Di girteyeke vîdyoyî de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, tê xuyakirin, ku çend kes ku bi zimanê Kurdî diaxivin, êrîşî ser avahiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

 

Kesên êrîşkar herwiha Ala Kurdistanê jî li ber avahiya Nûneratiya Herêma Kurdistanê tînin xwarê.