Putîn lêborîn ji Aliyev xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ji ber xistina balafira Azerbeycanê lêborîn ji Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev xwest.

Kremlînê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev pêwendiyeke telefonê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Putîn û Aliyev li ser ketina balafira Azarbaijan Airlinesê (AZAL) li Aktauyê axivîne û wiha hat gotin:

"Putîn ji ber wê bûyera trajîk ku di sînorên asmanî yên Rûsyayê de rû da, lêborîn xwest û careke din ji bo qurbaniyan bi dilsozî hevxemiya xwe ragihand û hêviya şifayê ji birîndaran re xwest.

Balafira ser bi şirketa Azerbaijan Airlinesê (AZAL) ya tîpa Embraer 190, 25ê Kanûna Pêşîn û ji Bakuyê diçû Grozniyê, nêzîkî Aktauya Qazaxistanê ketibû xwarê.

Di bûyerê de 38 kesan canê xwe ji dest dabû û 29 kes bi saxî filitîbûn.