Talîban: Em navendên xwendinê ji bo keçan berfireh dikin

28-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê hikûmeta Talîbanê ya Efxanistanê dibêje, hewldanên wan ên bo berfirehkirina navendên perwerde û xwendinê bo keçan dê berdewam bin.

Roja Şemiyê 27ê Mijdara 2021ê Mela Mihemed Hesen Axund ji wê dema ku Talîbanê dest daniye ser Kabûlê, yekem gotara xwe bi awayê dengê tomarkirî belav kir û bal kişand ser çend mijaran ku civaka navdewletî ji wan nîgeran in.

Axund diyar kir ku perwerde û xwendin li Efxanistanê berdewam e û got, dibe Talîban hejmara navendên xwendinê bo jinan zêde bike ku “li gor Şerîeta Îslamê” tên birêvebirin.

Ev di demekê de ye navendên xwendinê bo keçên qonaxa seretayî hatine vekirin û berpirsên Talibanê hertim propagandeya wê yekê dikin ku “di demeke nêzîk” de rê didin keçên qonaxa amadeyî jî daku vegerin navendên xwendinê û li gor Şerîeta Îslamê li ser xwendina xwe berdewam bin.

Di serdema hikûmraniya berê ya Talibanê de ji sala 1996 heta 2001an keçan nedikarîn bixwînin.

Di gotara xwe de Axund, berpirsên hikûmeta berê ya Efxanistanê rexne dike ku Talîban bi xulqandina krîza aborî tohmetbar dikin û got, “bermayên hikûmeta berê xwe veşartine û bûne sedema qeleqiyê û xelkê ji rê derdixin daku baweriya wan bi hikûmeta wan nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst