Kirby: Niha bala me ne li ser rêkeftina etomî lê li ser xwepêşandanên li Îranê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ragihand, Waşington piştgiriya xwepêşandanên aştiyane dike û tekez kir, “niha fokosa (bala) me li ser rêkeftina etomî ya bi Îranê re nîne lê belê li ser piştgiriya xwepêşandanên aştiyane ye.”

Li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê xwepêşandanên piştî canjidestdana Jîna Emînî di hefteya şeşemîn de berdewam in û hêzên emnî yên hikûmeta Îranê bi tundî û bi çek rûbirûyî xwepêşanderan dibin.

Tenê di du rojên bihorî de li Rojhilatê Kurdistanê 12 welatiyên din ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine kuştin. Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha herî kêm 240 kesan di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby roja Pêncşembê 27ê Cotmeha 2022an ji Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Waşingtonê Roj Elî Zalle re ragihand, divê xelkê Îranê bi xwe biryarê li çarenivîsa xwe bidin û got, “Tekez em li dijî her hikûmetekê ne ku bi awayekî tundûtîj xwepêşandanan tepeser bike.”

John Kirby, canjidestdana Jîna (Mehsa) Emînî dema ku di desteserkirina polîsên Îranê de bû, weke mirineke trajîk bi nav kir û got, “Em mafê xwepêşandana aştiyane diparêzin.”

Kirby destnîşan kir, peyama Amerîkayê bo desthilatdarên Îranê ew e ku “divê hikûmeta Îranê dest ji kuştina xelkê xwe berde.”

Pirsên Rûdawê û bersivên John Kirby weke xwe;

Rûdaw: Xwepêşandanên li Îranê û bersivên Komara Îslamî di şeva bihorî û duh de gelek tund bûne. Xwepêşander daxwaza guhertina rejîmê dikin, helwêsta rêveberiya Biden derbarê daxwaza xwepêşanderan de çî ye? Gelo rêveberiya we piştevaniya guhertina rejîmê dike?

John Kirby: Binêre, ew dikeve ser xelkê Îranê bi xwe. Divê bi xwe biryarê li paşeroja xwe bidin. Bi nêrîna min, em evqas li ser dibêjin, lê belê ya me gotiye ev e ku bi zelalî û bê dudilî serok Biden jî berî du heftiyan bi zelalî li Neteweyên Yekbûyî got ev e ku tekez em piştgiriya mafê xwepêşanana aştiyane dikin. Em tekez li dijî her hikûmetekê ne ku bi awayekî tundûtîj xwepêşandanan tepeser bike. Me berê trajedî dîtine, duh çileya kuştina Mehsa (Jîna) Emînî bû, kuştineke trajedî û mirineke bi temamî bê sedem bû ji aliyê Polîsê Exlaqê ve.

Amerîka tevî ku piştgiriya mafê xwepêşandana aştiyane dike, daku welatiyên Îranî bikarin xwepêşandanê li dijî wan siyasetan bikin ku li dijî mafên bingehîn ên mirov in, em tevî wê yekê rayedarên Îranê jî berpirsyar dibînin. Her duh me 14 sizayên din li ser kesayetî û rêxistinên ser bi rejîmê ve sepandin, li ser awayî tevgera wan bi xelkê xwe re. Ji ber wê peyama me bo rejîmê zelal e, dest ji kuştina xelkê xwe berdin.

Rûdaw: Heta niha jî hûn li ser rêkeftina etomî ya bi Îranê re dixebitin?

John Kirby: Derbarê rêkeftina etomî, niha fokosa me li ser wê nîne. Fokosa me niha li ser beşa ewil a pirsa te ye. Fokosa me li ser wê ye ku em piştevaniya xwepêşandana aştiyane bikin û rejîmê berpirsyar bihêlin. Rastî ev e ku em hêj nêzîkî rêkeftina bi îraniyan re jî nînin, wan li derveyî rêkeftinê hin merc danîne, ji ber wê em nêzîk nînin (ji rêkeftinê) û fokosa me jî li ser rêkeftinê nîne, fokosa me li ser xwepêşandanan e.