​Şaredara Kurd Saya Ehmed: Bila Kurd dengê xwe bidin Sosyal Demokratan

Dusseldorf – (Rûdaw) – Şaredara Herêma 9an a Viyanayê Saya Ehmedê bangî Kurdên li Awisturyayê kir û ji wan xwest ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin namzedên Sosyal Demokratan.

Sibeh dê hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê werin kirin û rikaberiyeke tûnd di navbera bereya Sosyal Demokrat û Partiya Azadiyê de heye.

Li gorî rapirsiyan, şansê rastgiran ku Partiya Azadiyê nûnertiya wan dike ji yê Sosyal Demokratan zêdetir e û Partiya Azadiyê di navbera ji sedî 26 û 31ê de dengan bi dest dixe.

Bi wê rêjeyê Partiya Azadiyê dê ji 183 kursiyên parlamentoya Awisturyayê nêzîkî 50 kursiyan bi dest bixe.

Li gorî rapirsiyan Sosyal Demokrat jî dê ji sedî 21ê dengan bi dest bixin.

Amareke teyîtkirî û durist a hejmara Kurdan li Awisturyayê nîne lê li gorî amarên ne fermî nêzîkî 150 hezar Kurd li Awisturyayê dijîn.

Gelek Kurdên li Awisturyayê ketine nava siyasetê û di cihên biryarê yên Awisturyayê de xwedî rol in.

Yek ji wan jî Saye Ehmed e ku di nava Partya Sosyal Demokrat de kar dike û Seroka Şaredariya Herêma 9an a Viyanayê ye.

Tîma Diyasporayê ya Rûdawê ji bo şopandina hilbijartinên Awisturyayê li paytexta wî welatî ye û bi çend kesayetên Kurd ên Awisturyayê re axivî.

Fokûsa Diyasporayê li ser penaberiya li Awisturyayê, pêwendiyên Awisturya û Herêma Kurdistanê bû.

“Sosyal Demokrat hewl dide rewşa Kurdan baştir bike”

Pêşkêşkarê Bernameya Diyasporayê Hêmin Ebdullah li ser hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê bi Seroka Şaredariya Viyanayê Saya Ehmedê re axivî.

Saya Ehmedê di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya tevlêbûna hilbijartinan kir û wiha got:

“Girîng e ku Kurdên Awisturyayê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Sosyal Demokratan çimkî Sosyal Demokrat hewl didin rewşa Kurdan baştir bikin.”

Saya Ehmedê behsa dîroka diasporaya Kurdan a li Awisturyayê kir û wiha berdewam kir:

"45 sal e Kurdên Herêma Kurdistanê li Awisturyayê dijîn. Ji ber wê yekê girîng e ku Kurd werin qebûlkirin.

Li gorî ji bo wê jî pêwîstiya Kurdan bi yekdengiyê heye. Çimkî hemû partiyên Awisturyayê ji bo Kurdan nebaş in.

Di nava namzedên Sosyal Demokratan de 4 Kurd hene û Kurdên ji 4 parçeyên Kurdistanê li Awisturyayê dijîn.

Saya Ehmedê behsa rikeberiya di navbera Partiya Azadiyê û Sosyal Demokratan kir û da zanîn ku cudahî di navbera her du aliyan de heye.

Li gorî gotina Saya Ehmdê rewş ji bo demokrasiyê baş nîne û dengê rastgiran zêde bûye û dê bandora wê li ser rewşa penaberan Awisturyayê hebe.

Saya Ehmedê behsa pirsgirêka enerjiyê şerê Rûsya û Ukraynayê jî kir û wiha got:

“Ewropayê bandor li ser Rûsyayê kiriye û Ewropa hewl dide ji aliyê enerjiyê pişta xwe êdî nede Rûsyayê.

Ewropa hewl dide enerjiya sirûştî û enerjiya pak berhem bîne.”