Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em dê piştgiriya Îsraîlê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant re bi têlefonê axivî û diyar kir ku wî piştgiriya xwe ji Îsraîlê re aniye ziman.

Lloyd Austin piştî axaftina bi Yoav Gallant re daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wî piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê dupat kiriye.

Lloyd Austin da zanîn ku doh ew bi hemtayê xwe yê Îsraîlî re axiviye û jê re diyar kiriye ku Amerîka destûra wê yekê nade ku Îran û hêzên din şer mezin bikin.

Lloyd Austin di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kir ku ew dê hêzên Amerîkayê yên li herêmê biparêzin û pabendiya wan a parastina Îsraîlê jî dê berdewam bike.

Arêşa Îsraîlê îro serê sibehê kuştina Hesen Nasralah ragihandibû.

Li aliyê din, Hizbulaha Libnanê jî îro piştî nîvro kuştina Hesen Nasralah piştrast kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku cîhan ji bîr nake ku biryara kuştina Hesen Nasralah li Amerîkayê hatiye dayîn.

Îsraîlê doh Beyrût bi tûnd bombebaran kiribû û li gorî medyaya Îsraîlê armanca bombebarankirinê kuştina Hesen Nasralah bû.

Hizbulaha Libnanê jî diyar kiribû ku wan li dijî wan êrişên Îsraîlê dest bi avêtina mûşekan kiriye û tola xwe standine.

Ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran Libnanê berê xwe didin Sûriyeyê û ji Libnanê derdikevin.