Serokê Partiya Azadî ya Nemsayê: ‎Kultura Îslamê gefa herî mezin e bo civaka me

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nemsayê  (Austurya) hilbijartina pêşwext tê kirin û tê pêşbînîkirin zêdeyî 6 milyon kes biçin ser sindoqên dengdanê. Di vê hilbijartinê de pênc partiyê serekî kêbirkeya hev dikin. Partiya Gel, Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Azadî, Partiya Nemsaya Nû û Partiya Peter.Serokê Partiya Azadî ya Nemsayê jî dibêje kultura Îslamê gefa herî mezin e bo civaka wan û divê bi zelalî îtirafê bi wê bikin.

Serkirdeyê Partiya Gel Sebastian Kurz şer ji bo serkeftina hilbijartinê de dike daku bibe serokwezîr. Lê dibe ku ew xewna wî nebe rastî eger partî û aliyên din dijî wî hevpeymaniyê pêk bînin.

Derbarê mijarê de Serkirdeyê Partiya Gel Sebastian Kurz dibêje: “Eger tenê pileya yekem bidest bixin, eger encamên baştir bidest bixin û piranî jî dijî me pêknehat, wê demê siberoj di berjewendiya Partiya Gel de ye, ji hemûyî jî girîngtir di berjewendiya Austuryayê de ye.”

Partiya Azadî ya Nemsayê hevpeymanê partiya Sebastian Kurz bû, lê piştî eşkerebûna skandalekê li ser, Serkirdeyê Partiyê Norbert Hofer ku cîgirê serokwezîrê welat bû, dest ji kar kişand û ev yek jî bû sedema hilweşîna hikûmetê.

Niha partiya Hofer ligel wan skandalên li ser eşkere bûne, bernameyê xwe yê siyasî bo xelkê eşkere kiriye û li benda wê yekê ye bi ser partiya din de serkeftinê bidest bixe.

Serokê Partiya Azadî ya Nemsayê Norbert Hofer jî dibêje: “Di hikûmeta me ya siberojê de pêdiviya me bi çi ye? Pêwîstiya me bi yasayekê ye dijî Îslamê. Ji ber li gor min kultura Îslamê gefa herî mezin e bo civakê û divê bi eşkere û zelalî îtirafê bi vê bikin.”

Ev hilbijartin piştî belavbûna dîmenekî vîdeoyî yê Serokê Partiya Azadî ya Nemsayê û Cîgirê Serokwezîrê Austuryayê hat ku di sala 2017an de berî hilbijartinê ligel jineke dewlemend a Rûsî derdikeve û daxwazê jê dike ku di hilbijartinê de hevkariya partiya wî bike, li beramber jî hikûmet beşek îhaleyên veberhênanê dide Rûsyayê.