AWUSTRALYA - Firokeya rêwiyan kete nav deryayê

Hewlêr (Rûdaw) – Li Firokexaneya Chuuk a li bajarê Mikronezya ya li Awûstralyayê dirokeyeke rêwiyan dema xwest li firokexaneyê dakeve ket deryayê. Di bûyerê de 47 sernişînên firokeyê bi saxî rizgar bûn.

 

Li Firokexaneya Chuuk a li bajarê Mikronezya, ku dikeve bakurê Awûstralyayê, firokeyeke welatê Papua New Gîneyê xwest li firokexaneyê venîşe lê nekarî û kete deryayê.

 

Hate gotin ku di firokeyê de 35 rêwî û 12 karmend hebûne û tev jî hatine rizgarkirin.

 

Rêveberê Firokexaneya Chuuk, Jimmy Emilio ragihand: “Firoke 150 metreyan dûr çû û kete deryayê. Sedema vê yekê bûyerê nayê zanîn de lêkolînan dest pê kiriye.”

 

Emilio herwiha da zanîn, ku karûbarên li firokexaneyê bi asayî berdewam dibin.