Steinmeier: Serdana Erdogan nayê wateya asayîbûna peywendiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ragihand ku serdana Erdogan nayê wateya asayîbûna peywendiyên navbera herdu welatan û got: "Ev serdan ne normalbûn e. Em gelekî jê dûr in."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Almanyayê ye û biryar e îro Înê ligel Serokomarê wî welatî Frank-Walter Steinmeier bicive. Lê berî civînê Steinmeier ji medyaya welatê xwe re axivî û ragihand, ku serdana Erdogan a bo Almanyayê nayê wateya asayîbûna peywendiyên navbera herdu welatan.
Steinmeier got: "Ev serdan nayê wateya asayîbûna peywendiyan. Em gelekî ji vê dûr in. Lê ev serdan dibe ku bibe destpêkek."
Steinmeier diyar kir, ku ew guşara li ser medya, dadgeh û sendîkayan qebûl nakin û got: "Piştî başbûna di van waran de, em hêvî dikin ku Tirkiye ji nû ve peywendiyên xwe ligel Yekîtiya Ewropayê baş bike."
Serokomarê Almanyayê da zanîn, ku di hevdîtina ligel Erdogan de, ew dê rewşa rojnamevan û welatiyên Almanyayê yên ku li Tirkiyê girtî ne û herwiha medyakarên din jî bîne rojevê, ku niha li Tirkiyê girtî ne.
Li gor Wezareta Derve ya Almanyayê, niha 5 welatiyên Almanyayê li Tirkiyê girtî ne.