Deryaya Spî hejiya: Vê carê pile mezin e!

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê girava Girîtê ya Deryaya Spî bi hêza 5,2 pileyan erdhejek çêbû.

Li gorî amarên Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê li peravên girava Girîtê bi hêza 5,2 pileyan erd hejiya.

Hat ragihandin ku erdhej saet 19:29an 11,3 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.