Deqa li ser sînga Mesut Ozîl bû sedema nîqaşan

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê berê Mesut Ozîl bi deqa "gurê boz" ya li ser sînga xwe bi rojan e li Almanyayê bûye sedema nîqaşên germ.

Wêneyê dawî yê Mesût Ozîl li Almanyayê deng veda. Ozîl, li ser sînga xwe ya çepê gurboz û 3 heyv xêz kirine.

Ev deqa nijadperest a li ser sînga Mesût Ozîl, çend roj in ku li Almanyayê bûye sedema bertekan.

Gurê boz û sê heyv, sembolên tîpîk ên nijadperestên tundrew ên Tirk in.

Îdeolojiya "gurên boz" ji aliyê desthilatdarên Almanyayê ve weke nijadperestî û antî-semîtîstîzmê tê binavkirin.

Herwiha îdeolojiya gurên boz, Tirkan ser her tiştî re dibîne.

Ev îdeolojî Kurd, Cihû, Xiristiyan û Ermeniyan wek dijminên xwe dibîne.

Gurên boz di dema borî de, bi taybetî di salên 1970yî de, gelek kiryarên tundî û kuştinê kirine.

Li seranserî Ewropayê bi taybetî di navbera alîgirên fikra gurên boz û Kurdan de gelek caran pevçûn derdikevin.

Awisturyayê sala 2019an sembola gurê boz weke sûc qebûl kir.

Fransayê jî sala 2020an şaxa Gurên Boz a herêmî qedexe kir.

Herwiha Bundestagê (Parlamentoya Federal a Almanyayê) di 18ê Çiriya Paşîn a 2020an de biryar da ku li ser qedexeya gurên boz lêkolînê bike lê heta niha ti biryar nehatiye dayîn.