Serlêdana penabariyê ji Tirkiyê bo welatên Ewropayê %47 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Ajansa Penaberiyê ya Yektiya Ewropayê (EUAA) serlêdana xelkê Tirkiyê bi armanca penaberiyê bo welatên Yekitiya Ewropayê di sala 2021ê li gor sala 2020ê bi rêjeya ji sedî 47 zêde bûye û hejmara wan jî gihiştiye 24 hezar û 625 kesan. Ji sedî 32ê van serlêdanan bo Almanyayê hatine kirin.

Ajansa Penaberiyê ya Yektiya Ewropayê (EUAA) hejmara xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi armanca penaberiyê serî li welatên Yekitiya Ewropayê dane eşkere kir.

Li gor heman amaran hejmara  welatiyên Tirkiye yên ku di serlêdana yekem de statûya penabertiyê bo wan hatiye dayîn li gor 2020ê  bi rêjeya ji sedî 14 kêm bûye û li welatên Ewropa serlêdana penaberiyê ya 7 hezar û 910 kesan hatiye qebûlkirin.

Hejmara kesên ku ji Tirkiye çûne û serlêdana wan hatiye red kirin 10 hezar û 460 kes in. Fransa bi rêjeya ji sedî 52 yekem welat e ku herî zêde serlêdanên xelkê Tirkiye red kirine.