Li Brezîlya pêncemîn car e zêdetirî hezar kesan di rojekê de dimirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Brezîlyaya di 24 saetên dawîn de ji ber vîrusa koronayê ya curana nû (Covîd-19) 1086 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiya Brezîlyayê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, li wî welatî di 24 saetên dawîn de ji ber Covîd-19ê hezar û 86 kes mirin, hejmara miriyan bo 25 hezar û 598 kesan zêde bû. Li Brêzilyayê ev pêncemîn car e ku zêdetirî hezar kesan di rojekê de dimirin.
Hejmara pêketinê li Brezîlyayê jî 20 hezar û 599 zêde bû gihîşt 411 hezar û 821 kesan.
Li gor Worldometera malpera ku agahiyên Covud-19ê belav dike, li Amerîkaya Latîn herî zêde nexweş li Brezîlyayê hatin dîtin û li dinyayê Brezîlya piştî Amerîka di rêza duduyan de cî digre.