Belcîka: Daxwazên Yekîtiya Ewropayê ji Iraqê nehatine guhertin

Bruksel (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Belcîka derbarê pêwendiya navbera Hewlêr û Bexdayê de dibêje, divê herdu alî dest bi proseyeke nerm û aram di navbera xwe de bikin û eşkere kir ku daxwazên Yekîtiya Ewropayê ji Iraqê nehatine guhertin.

 

Îro wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê çûne Brukselê, daku derbarê rêkevtina etomî ya Îranê, pirsa Xezzeyê û belavbûna nexweşiya Îbula li Kongoya Demokratîk bicivin û derbarê wan mijaran de bi hev re gotûbêj bikin.

 

Berî destpêkkirina civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê, Wezîrê Derve yê Belcîkayê, Dedier Renders daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa rewşa Iraqê û daxwazên Yekîtiya Ewropayê li wî welatî û pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Dedier Renders got, divê herdu aliyên Hewlêr û Bexda dest bi proseyeke nerm di navbera xwe de bikin û tekez kir, ew hewl didin li gel hevbeşên xwe yên li Iraqê kar bikin, daku rewşeke giştgîr li wî welatî pêk were.

 

Renders herwiha ragihand, yek rê li hemberî aliyên Iraqê heye, ew jî ew e ku hemû alî beşdarî proseya siyasî bibin.

 

Wezîrê Derve yê Belcîkayê wiha axivî:

 

“Me encam dîtin, lema niha em hewl didin li gel hevbeşên xwe yên nû yên li Iraqê kar bikin û zêdetir ber bi rewşeke giştgîr pêngavan bihavêjin. Hûn bi xwe dizanin, berî pevçûnan û piştî pevçûnan daxwaza vê hatibû kirin, niha jî ew yek weke xwe ye. Eger hûn dixwazin paşrojeke erênî ji Iraqê re çê bikin, yek rê li ber te heye, divê hemû aliyan beşdar bikî, ne tenî di navxweyê Iraqê de, lê belê li ser asta navçeyê jî. Lê belê em li Iraqê hewl didin ku proseyeke nerm û aram di navbera Bexda û Hewlêrê de birêve biçe, ew jî astengiyeke rasteqîn e.”