Yekîtiya Ewropayê 5 milyon Euro dide mexdûrên erdhejê yên li Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê 5 milyon Euro bi rêya UNICEFê dide mexdûrên erdhejê yên li Sûriyê.

Komîsyarê Ewropayê bo birêvebirina krîzan, Ganiz Linarich roja Pêncşemê 27ê Nîsanê ragihand, pêwîstiya zarokên Sûriyê niha ji berê bêhtir bi alîkariyê heye, lewra wan 5 milyon Euro kaş bi rêya UNICEFê pêşkêşî zarokên zêde hewcedar li Sûriyê kiriye.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Ewropayê dê zêdeyî 100 hezar kesên herî hewcedar li Sûriyê sûdê ji van 5 milyon Euroyan bibînin ku nîvê wan zarok in.

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an, Yekîtiya Ewropayê 3.5 milyon Euro pêşkêşî zirardîtiyên erdhejê li Sûriyê kiribû.

Di erdheja 6ê Sibatê de li Sûriyê nêzîkî 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan li navçeyên derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê bûn.