Hilbijartinên parlemana Îspanya birêve diçin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro hilbijartinên Parlementoya Îspanya birêve diçin û zêdetir ji 20 partiyên siyasî hevrikiyê li ser bidestxistina 350 kursiyên Parlemen dikin. Hevrikiya sereke di navbera partiya Gel, partiya Karkerên Sosyalîstên Demokrat û Partiya Yinîdas Podîmos ligel partiyên ser bi Herêma Ketelonya ve ye.

 

Hilbijartina Parlamentoya Îspanyayê tê kirin û partî û aliyên siyasî bi ser çendîn eniyan de belav bûne. Zêdeyî 20 partiyan hevrikiyê li ser bidestxistina 350 kursiyên parlamentoyê dikin.

 

Yên herî serekî Partiya Gel, Partiya Sosyalîst a Karkeran, Partiya Podemos, Partiya Welatiyan, Partiya Serxwebûnxwazên Katalonya û Partiya Vox in.

 

Ev hilbijartin di demekê de ye ku hê jî hejmareke zêde ya berpirsên partiyên Îspanî zimanekî dijwar li beramber egera cudabûn û serxwebûna Katalonyayê bikar tînin û vêna jî bêhêvîbûnek li ba piraniya Kataloniyan çêkiriye.

 

Welatiyê Katalonî Juan Martin Pinto  dibêje: “Hemû xelkê Îspanyayê dijî Katalonyayê ne, bawer nakim komareke serbixwe ku pêdiviya me pê heye çêbibe."

 

Partiya Gel û Partiya Sosyalîst a Karkeran ku di van hilbijartinên çend salên derbasbûyê de piraniya kursiyan bidest xistine, ragihandine ku hikûmeta hevpeymanî pêk nayînin.

 

Xelkê Îspanyayê hewla her partiyekê bo pêkanîna hikûmetê wek mafê partiyan dibînin, lê lihevkirinê jî girîng dibînin bo pêkanîna hikûmeteke bihêz.

 

Welatiya Îspanî Maria Gonzalez  jî got: “Bi rastî ew hevpeymaniya ku di navbera partiyan de heye tiştekî baş e. Di dawî de eger partiyekî piranî bidest xist, wê demê kes nikare rê li ber bigire. Bi baweriya min divê partiyên siyasî lihev bikin û ev yek jî tiştekî baş dibe."

 

Li gor rapirsiyan, eger heye ku di vê hilbijartinê de surprîzek çêbibe, surprîz jî ew e ku dibe Partiya Vox di meydana siyasî de were pêş û hevpeymaniyê ligel Partiya Gel bike. Partiya Vox a bi serokatiya Santiago Abascal, wek Donald Trump û Marine Le Pen dijî koça koçberan e bo welatê wî.