Talîban: Alternatîfa rêkeftina aştiyê ya ligel îdareya Trump nîne
Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Talîbanê ya Efxanîstanê ragihand ku ti alternatîfeke wê rêkeftina aştiyê nîne ku Talîbanê di sala 2020an de ligel îdareya Trump îmze kiriye.
Di daxuyaniyekê de Talîban tekezê li ser cîbicîhkirina hemû bendên rêkeftinê dike û dibêje: “Baweriyeke tam a Tevgera Talîbanê bi rêkeftina agirbestê ya navbera Talîban û Amerîkayê heye û wek amrazeke çalak û bi bandor bo çareserkirina pirsgirêkên Afganîstan û bicîhkirina aştiyê dibîne.”
Di daxuyaniyê de, Talîbanê amaje bi hebûna hinek têbiniyan li ser rêkeftinê dide û dibêje, ligel hebûna çend têbiniyan, lê ligel wê jî rêkeftin baştirîn rê ye bo aştiyê. Meha Sibata sala borî, îdareya Trump bi rêya Wezîrê Berê yê Amerîkayê Mike Pompeo li Dohaya paytexta Qeterê rêkeftina aştiyê ligel tevgera Talîbanê îmze kir.
Di rêkeftinê de rawestandina şer û ragirtina êrîşên ser Amerîkî û herwiha hikûmeta Efxanîstanê li beramber vekişîna hêzên Amerîkayê ji wî welatî, hatiye ferzkirin.
Îdareya Biden ragihand ku hûrgiliyên rêkeftinê di ber çav re derbas dikin û ti demeke diyarkirî jî bo vekişîna hêzên xwe ji Afganîstanê destnîşan nekirine û divê Talîban nêta xwe ya baş bo rawestandina êrîş û tundûtûjiyan pêşan bide.
Doh Wezîrê Derve yê Afganîstanê Mihemed Etmar ragihandibû ku vekişîna hêzên Amerîkayê bi mercê vekişîn an jinavbirina grûpên çekdar li nav axa Afganîstanê ve girêdayî ye ku hejmara wan zêdeyî 10 hezar kes dibe.