Li Bolîvyayê otobus ji ser pirê ket: 19 kes mirin

Wêneyekî temsîlî / AFP-Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bolîvyayê otobuseke rêwiyan ji ser pirê ket, 19 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Bolîvyayê, qeza li ser rêya ku bajarokên Atocha û Uyuniyê yên herêma Potosiyê bi hev ve girê dide çêbû.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Hat zanîn ku ajokarê otobusê neşiyaye ji fetlonekê vegere û otobus ji ser pirê de ketiye.

Tîman birîndar birin nexweşxaneyên li herêmê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê dest bi lêkolînê hatiye kirin.