Belcîka dîplomatekî Îranî dadgehî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Belcîka îro dîplomatekî Îranê bi tometa hewldan ji bo pêkanîna teqînê di dema kombûneke opozisyona Îranê li Parîs a payexta Fransayê, dadgehî dike.

Esedullah Esedî yê temen 48 salî, dîplomatekî Îranê ye ku weke endamê Dezgeha Istixbarata Îranê hatiye destnîşankirin û bi hewldana ji bo encamdana teqînê di kombûna salane ya opozisyona Îranê de, di 30ê Hezîrana 2018an li Parîsê hatiye tomatbarkirin.

Di Cotmeha 2018an de hikûmeta Fransayê bi fermî Wezareta Îtilaata (Istixbarat) Îranê weke plandanerê hewla teqînê da naskirin, lê hikûmeta Îranê ew yek red kir.

Di wê dosyeyê de, ji bilî Esedullah Esedî, sê kesên din jî tometbar in, ku Emîr Seidûnê 40 salî û Nesmîne Neamî ya hevjîna wî ya 36 salî di demekê de ku 500 gram teqemenî di nava otomobîla wan de hat dîtin, li Parîsê hatin desteserkirin, kesê din jî Mêhrad Irfanî yê 57 salî ye ku helbestvan e û 10 sal e li Belcîkayê dijî.

Her çar kesên tometbar îro li Dadgeha Tawanan a Antwerp tên darizandin.

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian roja Pêncşemê di civîna Komîsyona Karûbarên Derve ya parlamentoya welatê xwe de têkildarî bûyerê û dadgehîkirina dîplomatê Îranî û sê kesên din ragihandiye, “têkildarî vê bûyerê, me piştî vê bûyerê, bi zelalî Saziya Istixbarata Îranê ceza kir û dorpêç bi ser de sepand. Ev pêngavekî bihêz ji aliyê me ve piştî vê hewla suîqestê bû.”

Wan her sê kesan welatînameya Belcîkayê hene, Esedullah Esedî jî li Balyozxaneya Îranê ya li Viyenayê kar kiriye.

Esedî di Cotmeha 2018an de dema ku di nav axa Almanyayê de bûye, li firokexaneyekê hatiye desteserkirin û radestî Belcîkayê hatiye kirin.