Di navbera Kurd û Tirkên li Almanyayê de şer û pevçûn zêde bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Ji destpê êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê di navbera grûpên Kurd û Tirkan de şer û pevçûn berdewam in.

Li gor lêkolînan li Almanyayê ji ber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê di navbera grûpên Kurd û Tirk de şer û pevçûnên bi kêr û daran zêde bûne.

Mihemed Sadiq ku ev bi sala ne, li bajarê Berlînê cîranê malbateke Tirk e, û her tim şirînayiya xwe ji wan dikire, lê piştî destpêkirina êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di navbera wan de sarbûnek çêbûye û peywendiyên wan qut bûne.

Di 9ê Cotmehê de êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û ji wê rojê ve li piraniya bajarên Ewropayê xwepêşandanên li dijî êrişê dest pê kirine û heta niha jî berdewam in. Ji ber êrişê car carna grûpên Kurd û Tirk li diasporayê têne beramberî hev.

Saziyên entegrasyonê yên Almanyayê gelek caran banga herdu aliyan jî dike ku aram bibin.

Derbarê vê yekê de Komisera Ofîsa Entegrasyona Koçberan li Almanyayê Anete Vedman Motus ji France Pressê re got: “Li vê derê berpirsiyariya me ew e ku em rê li ber şer û pevçûnên di navbera herdu aliyan de bigirin.”

Li gor daneyan, li Almanyayê zêdeyî 3 milyon welatiyê Tirkiyê dijîn û ji vê hejmarê derdora milyonek kes Kurd in.

Lêkolînerê Tirk Burak Kopru ji televizyona ZDF a Almanî re got: “Rewş gelek bilez û bez ber bi aloziyê ve diçe. Divê pêşhateyên siyasî yên li Tirkiyê, bandorê li hesten kesên li Almanyayê dijîn neke. Di encamê de bandora vê yekê li Almanyayê jî dibe.”

Li gor zanyariyên ji yekîneyên ewlehî yên Almanyayê hatine hildan, pêşti hefteyekê destpêkirina êrişê li bajarê Kolnê zêdeyî 10 hezar Kurd ji bo protestokirina êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek kirin. Herwiha xwepêşandanên bi wî awayî li bajarên weke Parîs, Cinev û Berlînê jî hatin sazkirin.

Derûnnas Kazim Erdogan ku beşdarî projeyên entegrasyonê dibe, ji Reutersê re got: “Tirkên li Almanyayê dijîn, weke Tirkên li Tirkiyê dijîn li dijî şer in. Ji sedî 30 ya welatiyên li dijî şer in, lê ji ber Erdogan newêrin dengê xwe derbixin.”

Perestara Tirk Serpil Anak jî ji medyaya Brîtanî re ragihand: “Kurdên li bakurê Sûriyê, fermanê ji PKKê werdigrin ku di listeya terorê ya Tirkiye û Ewropayê de ye. Sedema van aloziyan çi nayê fêmkirin.”

Mihemed Xelîl ê 23 salî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, dibêje: “Niha tenê protesto û xwepêşandan ji me tê. Kurd li Rojavayê Kurdistanê bê berevanî hiştin. Kurdên Bakur û Rojava yên li Almanyayê dijîn ji ber vê êrişê dilgiranin, çimkî malbat û mirovên wan li wê derê hene. Em hêvî dikin ku hikûmeta Almanyayê derbarê vê yekê de tiştekê bike.”

Derbarê êrişê de Aydin Kaplan jî ji Reutersê re wiha wiha axivî: “Kurdên li bakurê Sûriyê bi çekên Almanî têne kuştin. Erdogan naxwaze navçeya aram ava bike, armanca wî ew e ku ji kesên îslamîst re navçeyeke ava bike.”

Tirkiye heta niha jî dibêje ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) perçeyek e ju PKKê.

UEFAyê li ser serlêdana Almanya û Fransayê derbarê helwesta lîstikvanên tîma Tirkiyê de lêpirsîn da destpêkitin ku di yariya li hemberî Frnasayê de piştî gol avêtin bi tevgerên leşkerî piştgiriya xwe bo êrişa ser Rojavayê Kurdistanê nîşanda dabûn.

Xwediyê acentaya geştyariyê Gazel Vedat ku bi eslê Kurd e dibêje: “Ez salê carekê diçim Tirkiyê. Bila bi hev re birûnin ser mesayê û meseleyê çareser bikin û me jî rihet berdin. Em dixwazin bi aramî bijîn. Eger rewş wiha berdewam bike, aloziyên di navbera Kurd û Tirkande zêdetir bibin.”