Serokkomar, keça xwe kir alîkara xwe
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev, keça xwe ya mezin kir alîkara xwe.
Serokkomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev, keça xwe ya mezin Saîda Mîrziyoyeva kir alîkara xwe.
Biryara Şewket Mîrziyoyev, 25ê Tebaxê ji aliyê Servîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê ve hat ragihandin.
Saîda Mîrziyoyeva, navnasa xwe ya medyaya civakî kir Alîkara Serokkomarê Komara Ozbekistanê.
Ev birayara Şewket Mîrziyoyev, di nav gel de bû sedema bertekan.
Li gorî ku Reutersê ragihandiye, keça Şewket Mîrziyoyev a bi navê Şaknoza jî karmendeke dewletê ya payebilind e.
Li aliyê din, Saîda Mîrziyoyeva ji sala 2019an ve karên di bin banê Serokkomariya Ozbekistanê de dike.