Kurdên Libnanê ji ber DAIŞê dibin Pêşmerge

Libnan (Rûdaw) – Xortên kurd ên Libnanê ji bo li dijî DAIŞê şer bikin, tên Başûrê Kurdistanê û dibin pêşmerge. Serokê Partiya Welaî ya Niştimanî ya Libnanê ku endam û alîgirên wê herî zêde kurd in jî dibêje, em ne tenê ji vê yekê nerazî nînin belkî em piştgiriya xwe jî bo kurdên Başûr nîşan didin.

Serokê Partiya Welaî ya Niştimanî ya Libnanê Mihemed Imêrat, eşkere kiriye ku gellek xortên kurd ên Libnanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê da ku li dijî DAIŞê şer bikin.

Mihemed Imêrat, ji ajansa Anadoluyê re gotiye, ew xort bi dilê xwe diçin û bixwe li hember vê biryara xwe berpirsiyar in lê heta niha ti kesî ji hember vê yekê nerazîbûn nîşan nedaye û dijîtiya wê nekiriye.

Imêrt aniye ziman ku tenê xortên kurd ên Libnanî neçûne welatekî din şer bikin ji ber ku heta niha bi dehan Libnanî di nav refên Hizbullahê de yan jî di nav refên hêzên dijbereya Sûriyê de şer dikin.

Serokê wê partiya Libnanê ku endamên wê herî zêde kurd in, diyar kiriye ku kurdên Libnanê her cure şer û tundiyekê li dijî gelê kurd qebûl nakin ji ber ku kurd milleekî dadperwer û lîberal e.

Li gorî Mihemed Imêrat, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi şevan û çekan tine ji ber ku kurd mirovên mêrxas in û çekên wan jî têra wê heye ku xwe pê biparêzin.

Wî siyastemdarê Libnanî destnîşan kiriye ku beriya ku ev rewş li Başûr derkeve ew hêvîdar bûn ku Başûr alîkariya kurdên Libnanê bike ji ber ku ew der dewlemend e.

Mihemed Imêrat daye zanîn ku li Libananê 125 hezar kurd dijîn ku pirraniya wan li paytexta Libnanê ne.