Dengê partiyên rastgir di hilbijartinên Ewropayê de zêde bûye

Bruksel (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê hatin eşkerekirin ku li 28 welatan zêdetir ji 500 milyon kesan mafê dengdanê jibo hilbijartina 751 parlamenteran hebû, û partiyên rastgir dengên xwe zêde kirin.

 

Sinodqên dengdanê li tevahiya welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de hatin girtin, çavê dengderan jî li parlamentoya nû ye, ku bikaribe hêvî û daxwaziyên wan pêk bîne.

 

Piştî beşdarbûna wî di proseya dengdanê de, Şêwirmendê Nemsayê Sebastiyan Kurz ragihand ku ev hilbijartin ji bo xurtkirina Yekîtiya Ewopayê gelek girin bûn.

 

Welatiyekî Belcîkî ku ew demek e dirêj li Çînê mabû da xuyakirin, ku xelkê vê navçeyê xwedî şansekî gelek mezin in, ku ew dikarin deng bidin û bi dengê xwe siyaseta welatên xwe biguherin.

 

Di van hilbijartinan de, partiyên siyasî yên herî mezin li Ewropa pirsa koçberiyê dabûn pêş, aliyên rastgir li dijî wergirtina koçberan in û çepgir jî dibînin, ku divê deriyê wan li ber hatina koçberan vekirî bimîne.

 

Li gor encamên destpêkê, li Almanya Partiya Krîstiyan Demokrat a Angela Merkel û Krsîtiyan Sosyal a hevpeymanê wê, %28ê dengan, Partiya Kesk %21ê dengan, Partiya Sosyal Demorkat %15ê dengan û Partiya Alternatîv bo Almanyayê jî %10ê6ê dengan bi dest xistine.

 

Li Holendayê, Partiya Kar kariye %18ê dengan û Partiya Gel Jibo Azadî û Demokrasiyê ya serokwezîrê wî welatî jî %15ê dengan bi dest anîne.

 

Li Fransayê jî, Partiya Bereya Niştimanî ya bi serokatiya Marine Le Pen %23ê dengan bi dest xistiye ji dengan û pêş partiya serokomarê wî welatî Emmanuel Macron ketiye ku %21.9ê dengan bi dest aniye.

 

Li Hengariya jî, Partiya Niştimanî Fîdis, partiya Vîktor Orban ê serokwezîrê wî welatî, %56ê dengan bidest xistiye.

 

Li welatê Îrlendayê jî, Partiya Fîn Gail %29ê dengan bi dest xistiye û her yek ji partiyên Fiana Vile û Partiya Kesk %15ê dengan bi dest anîne.

 

Li Yûnan, Partiya Demokrasiya Nû nêzîkî %33ê denagn bidest xist û bi vê yekê wek aliyê herî serkeftî li Yûnanê derket. Partiya serokwezîrê wî welatî, Alexis Chipras jî nêzîkî %28ê dengan misoger kiriye.

 

Li Beljika jî, partiyên rastgir li bakurê vî welatî serkeftin bidest xistine lê li başûrê Beljika, partiyên çep û sosyalîst aliyên herî serkeftî ne.