Erdogan û Putîn peywendiyeke telefonî pêk anîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn peywendiyeke telefonî pêkanîn û têde pêşhatên dawî yên li Sûriyê û şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de  gotûbêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, îro Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn peywendiyeke telefonî pêk anîne û peywendiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê û pêşhatên dawî yên li cîhan û navçeyê gotûbêj kirine.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji ber piştevanî û sûda Rûsyayê ya di avakirina  wêstgeha Etomî ya Eneriyê ya Akkuyu ku li Mêrsînê hatiye avakirin spasiya Viladimir Putîn kir ku bi hevkariya Rûsya û beşek ji kompanyayên wê hatiye avakirin. Biryar e îro yekem sotemenî bigihêje wêstgehê û beşeke wê bi merasîmeke bi beşdariya online ya Erdogan dest bi berhemanîna enerjiyê bike.

Li gor daxuyaniya Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê  Erdogan û Putîn pêşhatên dawî yên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, korîdora dexlûdan û pêşhatên li Sûriyê jî di wê peywendiya telefonî de gotûbêj kirine.

Her wiha Serokê Rûsyayê ji ber têkçûna rewşa wî tendirustî hêviya silametiyê bo  Serokkomarê Tirkiyê xwestiye.